Rojname

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Rojname
  • Product category Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rojnameyên tirk û kurdî li Bismilê, 2010
Dema keşf/îcadê
  • 1605 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pêk tê ji
  • column (column)
  • opinion piece (column)
  • editorial (column)
  • op-ed (column) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Rojname weşana rojane ya bûyeran e ku li ser kaxiz tê çapkirin û dû re tê firotin. Rojnameyên hefteyî û mehane jî hene. Rojnameya pêşîn a bi zimanê kurdî Kurdistan bû ku di sala 1898'an de li serbajarê misrî Qahîreyê derketiye. Roja îro jî gelek rojname li ser înternetê derdikevin.

Rojname[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ragihandin bi destpêbûna mejûya mirovan destpêkiriye. Pêwîstiya ragihandinê bi amûr û şêwazên cûda berdewam kiriye. Lê di nava amurên ragihandinê de herî bibandor ku hîma wî dema romayiyan hatîye avetin û di sedsala 17'an de bi awayê rojnemegerîye derketiye holê û her berdewame. Ber çemê Nîlê tabletên 3500 sal berê hatiye dîtin ku ser wan de buyerên rojane hatiye nivîsandin[çavkanî hewce ye] û her wiha tabletên ku ji dema imperatoriya Roma hatiye çêkirin ku ser wan de jî wekî rojnameyek bûyerên rojane heye jî[çavkanî hewce ye] em nekin nava hesabê rojnameyên bi navê "The weekly News From Italy and German", "La Gazette", "Avisa", "Gedenck Wurdige Zeitung" û çend rojnameyên din rojnameyên pêşîn a cîhanê ne[çavkanî hewce ye].

Destpêka Rojnamegeriya kurdî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rojnamevaniya kurdî bi rojnameya Kurdistan ku di 22'ê nîsana 1898'an de dest bi weşanê kiriye. 22'ê nîsanê lewma wekî salvegera rojnamegeriya kurdî tê pîroz kirin û li Kurdistana Başûr jî ev roj bi awayekî fermî wekî "Roja Rojnamegeriya Kurdî" tê qebûl kirin[çavkanî hewce ye].

Rewşa niha ya rojnamegeriya kurdî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rojnameyên me piranî ne rojane ye û hinek wan jî ne vedorî derdikevin. Piraniya wan wekî rewşekê xwezayî li Başurê Kurdistanê derdikevin, wekî rojnameyên Evro û War (2012) li Duhokê. Rojnamegeriya kurdî her çi qas li bakur pêşketî be jî ji ber rewşa ziman a xirab rojnameyek rojane tûneye. Rojnameyên ku derdikevin jî ji ber polîtîkayên înkarê yên dewletê zêde nayên firotin. Ev rewş jî bi girêdayê rewşa sîyasî û perwerdehiya bakurê Kurdistanê ye.

Lîsteya rojnameyên kurdî (2004)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rojname Nûçeyên ji rojnameyên kurdî